Sûdanî: Tasiyefkirina komên çekdar bi biryara hikumetê çareserî nîne

Serokwezîrê ıraqê Sûdanî anî ziman ku helwesteke wan li dijî Hîzbûllah û Hamasê nîne û got, "Tasfiyekrina komên çekdar bi biryara hikumetê çareserî nîne."

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî têkildarî nasandina terorê ya Hîzbûlah û Hemasê û bêçekirina komên çekdar yên li Iraqê ji medyaya Erebî re axivî.

Sûdanî destnîşan kir ku binavkirina Hîzbûlah û Hûsiyan ya weke ‘terorîst’ kirina hedef û agahiyên şaş û reşkirina hikûmetê ye û got: “Tiştên ku hatiye parvekirin ne ji aliyê hikûmetê ve ne jî ji aliyê Meclîsa Ewlekariya Welat ve hatiye belavkirin.”

Binavkirina Hizbullah û Hûsiyan wekî terorîst beşek ji hedefgirtin, agahiyên şaş û reşkirina hikûmetê ye. Tiştê ku hatiye weşandin ne ji aliyê hikûmetê ve ye û ne jî ji aliyê Konseya Ewlekariya Neteweyî ve.

Mihemed Şiya Sûdanî wiha domand: “Ti helwesteke wan ya siyasî li hemberî Hîzbûllah û Hamasê nîne. Em piştgiriya hemû hêz û tevgerên rizgarîxwazîn yên li dijî zilm û zordariya li dijî gelên Ereb têdikoşin. Bêçekirina komên çekdar bi biryara hikûmetê çareser nabe.”

Herî dawî Sûdanî da xuaykirin ku belavkirina vê mijarê şaştiyeke bi bandor bû û ew li benda encamên desteya lêkolînê ya hatibû diyarkirinin bê ka çawa di rojanameya fermî de hatiye belavkirin û encamên dawî wê bi raya giştî re bê parvekirin.